Şêniyên Kifrî û Hewlêrê li dijî nedayîna mûçeyan daketin qadan

Ev du roj in, şêniyên bajarokê Kifrî yê Germiyanê li dijî gendelî û nedayîna mûçeyan li ser pêyan in. 

Şêniyên Kifrî, daxwaz ji rayedaran kir ku guh bidin daxwazê wan û heta daxwazên wan pêk neyên, ew ê ji qadan venekişin.

Di heman demê de, şêniyên bajarokê Kelek a bi ser Hewlêrê jî bi heman armancê daketin qadan û rêya navbera Hewlêr û Dihokê li hember çûnûhatinê girtin.

Hate gotin, hêzek zêde ya polîsê, ji bo cihê xwepêşandanê hatiye şandin û rê li ber çapemeniyê hatiye girtin.

Berî 3 rojan, şêniyên li navçeya Ranya, Germiyan û bajarê Silêmaniyê li dijî qedexkirina derketina derve û rewşa zehmet a aborî daketin qadan.

Lê hêzên ewlekariya van herêman, bi şêwazeke tund çalakî asteng kirin.

Back to top button