
Hikumeta Şamê ragihand ku wê êrîşek nû ya ji aliyê Israîlê ve, li asmanê gundewarê Hemayê şikand.
Ajansa SANA ya hikumeta Şamê da zanîn ku, pergala parastina wan a asmanî, êrîşa Îsralê li ser Misyaf li gundewarê Hemayê şikand.
Ji aliyê xwe ve jî, Navenda Çavdêriya Sûrî ragihand ku di êrîşên Israîlê yên li ser kargehên mûşekên Erd-Erd de, 9 kes hatin kuştin.
Li gorî çavdêriyê, yên kuştî, 4 ji wan Sûrî ne, yên din jî nasnameya wan nehatiye zanîn..