Artêşa gelê Myanmarê: Em li gel Rojavayê Kurdistanê ne

Gelê Myanmarê, endamên artêşa Karennî peyama hevgirtinê ji gelê Rojavayê Kurdistanê re şand û diyar kir ku ew li diî zilm û dîktatoran li gel Rojavayê Kurdistanê ne.

Artêşa Karennî ya Myanmarê di destpêka peyamê de êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ya li dijî Rojava şermezarkir û diyarkirin ku ew li dijî van êrişan li gel Rojavane.

Her wiha Artêşa Karennî anîn ziman ku welatê wan jî ji aliyê dîktatoriyê we tê birêvebirin, kiryarên terorîstî pêk tên û sucên şer li dijî sivîlan dikin.

Di peyamê de artêşa Karennî ya Myanmarê balkişand li ser bêdengiya civaka navneteweyî ku çavê xwe ji sûcên dewleta tirkre digrin û ev nirxandin kir:

“Em têkoşîna we dibînin, têkoşîna we ya azadî û edaletê dibînin.

Nebûna kesên ku li dijî xerabiyê radiwestin, ji xirabiyê bi xwe tirsnaktir e.

Ji bo hilweşandina her zalimekî divê em bi hev re meşa xwe bidomînin.

Em li gel hemû hêzên şoreşger ên li çaraliyê cîhanê re ne ku cihêrengiya nijadî, olî û azadiya jin hembêz dikin re radiwestin.”

Back to top button