Tevgera Azadî cara yekemîn beşdarêî hevpeymaniya Kurdistanî dibe

Civîna hevpeymaniya Kurdistanî ya ji bo hilbijartinên parêzgehên nakokî li ser hene, li Hewlêrê pêkhat, û nûnerê Tevgera Azadî jî vê carê beşdarî civînê bûn. Lê Yekgirtûya Îslamî di mijara logoya hevpeymaniyê de hemfikir nebû, û civîn boykot kir.

Îro li bargeha Komeleya Îslamî ya Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê, civîna aliyên beşdarî Hevpeymaniya Kurdistanî ya ji bo hilbijartina parêzgehên binakok yên dinavbera sînorê başûrê kurdistan û Îraqê de destpê kir.

Nûnerên 23 aliyên Kurd û Tirkmen beşdarî civînê bûn.

Di civînê de nîqaş li ser bername, slogan û plansaziya hevpyemaniyê hate kirin.

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Nerîman Ehmed, weke Tevgera Azadî beşdarî civînê bû.

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî ji ber fikrê wan derbarê Logoya Hevpeymaniyê cûdaye, civîn boykot kir.

Di navbera civînê de Berpirsê Navenda Hilbijartinê ya Komeleya Îslamî Mihemed Celîl têkildarî naveroka civînê daxuyaniyeke çapemeniyê da û got,

“Me di civînê de li ser bernameya hevpeymaniyê û slogana wê nîqaş kir.

Bername li gorî xweseriya herêman tê amadekirin û taybetmendiyên wan tên berçav girtin.

Di bernameyê de rewşa siyasî, destûrî, aborî, perwerde,ewlekarî û xizmetgûzarî tê destgirtin.”

Nûnerê Tevgera Azadî Nerîman Ehmed ku cara yekem e beşdarî Civîna Hevpeymaniya Kurdistanî dibe jî axivî û got,

“Giranî û bandoreke baş a Tevgera Azadî li herêmên nakokî li ser hene, heye.

Ji bo parastina nav maliya Kurd me biryar da em tevlî vê hevpeymaniyê bibin.

Em ê beşdarî civînên din ên werin lidarxistin jî bibin.”

 

 

Leave a Reply

Back to top button