li Girê Spî dewriyeyên hêzên koalîsyon û ”DYA” digerin

Li Girê Spî ku Serokomar Tayip Erdogan di ser wê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefan dixwe, hêzên eskerî yên DYA û koalisyonê tûra davêjin.

Serokomarê dewleta tirk a dagirker Erdogan duh di civîna partiya xwe ya li Kizilca-hamamê de gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar.

Çeteyên dewleta tirk a dagirker yên ku li Rihayê kom bûn jî bi daxuyaniyekê diyarkirin ku ew jî wê li gel artêşa tirk di êrîşeke dagirkeriya li ser herêmê de cihê xwe bigrin.

Yekîneyên Hêzên Koalisyonê û DYA’ê li Girê Spî (Tel Ebyad) dewriyan davêjin.

Meclîsa eskeri ya Girê Spî jî sekna xwe ya li ser sînor dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button