Li baxçeyê Bûbo Taş ê li dijî tecrîdê xwe şewitand şitil hatin çandin

Bi wesîleya 74’an a rojbûna Rêber Apo li baxçeyê Bûbo Taş ê li dijî tecrîdê xwe şewitand, şitil hatin çandin.

Gelek partiyên siyasi, komele û saziyên Bakurê Kurdistanê bi wesîleya rojbûna 74’an a Rêber Apo çalakiya çandina şitilan hate lidarxistin.

Ewilî li baxçeyê mala Bûbo Taş ê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo xwe şewitand ê li Taxa Îstasyonê ya girêdayî navçeya Artûklûyê şitil hatin çandin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û gelek endamên DBP’ê tev li çalakiyê bûn.

Hat ragihandin ku bi tevlibûna malbata Bûbo Taş li baxçeyê malê şitil hatin çandin.

Berdan Ozturk ê di dema şitil danînê de axivî diyar kir ku daxwaza wan ew e ku bi şînbûna van şitilan re daxwaza Bûbo Taş jî pêk were.

Şandeya pişt re derbasî “Baxçeyê Serokatî” bû, li vir şitil hatin çandin.

Back to top button