Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ragihand ku artêşa Îsraîlê êrişî balafirgeha Helebê ya Navneteweyî kir û di encama êrişê de balafirgeh ji kar ket.
Ajansa Nûçeyana a Sûriyeyê (SANA) li ser zimanê çavkaniyekî leşkerî got artêşa Îsraîlê barbanga vê sibehê balafirgeha Helebê ya Navneteweyî kir hedef.
Li gorî heman çavkaniyê êriş îro di saet derdora 04:30’an ê seherê pêk hatiye,
Îsraîlê êrişeka hewayî ji aliyê Deryaya Spî rojavayê Laziqiyê yê ve pêk anîye û balafirgeha Helebê ya Navneteweyî kir armanc.
Hate ragihandin ku di encama êrişê de ziyanên mezin gihaştin balafirgehê û balafirgeh ji ximzetê derketiye.