Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê 2 şêniyên din yên Efrînê revand.
Malpera Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker du şêniyên Efrînê yên bi navê Hesen Reşo 63 û Qehreman Reşo 32 ji navenda bajêr revand.
Li gorî agahiyan her du şênî beriya 5 rojan hatine revandin û ti agahî der barê wan de nehatiye bidestxistin.
Berî çend rojan çete li gundê Gurzêlê yê navçeya Şêrewa bi ser malan de girtin û bêtirî 70 kes girtin.