Konferansa Navnetewî ya Parastina Mîrateyê ku ji aliyê Zanîngeha El-Şerq a bajarê Reqayê ve hatibû rêxistinkirin, di roja 3. de bi encamnameyekê bi dawî bû.
Konferansa Parastina Mîrateyê ku bi dirûşma “Parastina Mîrasî ya Madî û Ne madî” de li zanîngeha El Şerq a li Reqayê hatibû li darxistin îro bi dawî bû.
Konferans di roja xwe ya 3. de bi bi beşdariya gelek lêkolînerên di warê hunerên dîtbarî û arkeolojiyê de dewam kir.
Di roja dawî de semînerek bi sernavê “Hunerên Dîtbarî û Girafîk Dizayn” ve hate dayîn û girîngiya danasîna mîras û çanda civakan hate şîrove kirin.
Her wiha bal hate kişandin ser dizî û talankirina şûnwarên herêmê û hate gotin ku şer û aloziya li Sûriyê rê li ber dizî û talankirina şûnwarên herêmê vekir.
Konferansa Navnetewî ya ji bo parastina mîrateyê bi encamnameyê bi dawî bû.
Hin xalên girîng yên encamnameyê wiha ne:
- Bi reklam, pêşangeh, bernameyên televizyonê û radyoyê û li ser înternetê, kampanyayên danasîna mîrasê û pêwîstiya parastina wê ji bo civakê çi ye bê kirin.
- Parastin û pêşxistina hunerê bi giştî (wênexêzî, muzîk, nivîsandin, lêkolînên herêmî) bê kirin.
- Meşandina kar û xebatê ji bo parastina mîrasa çandî û zimanî ya koçberan.
- Girêdana zanîngeh û rêxistinên xwecihî bi çalakiyên çandî yên ku ji bo belgekirina mîrasan dixebitin.
- Avakirina komîteyên ji bo pêşxistina bernameyên parastina şûnwaran.