Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê di 1 saliya dagirkirina Efrînê de daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku bersiva wan a ji bo gel û bîranîna şehîdan wê rizgarkirina Efrînê ye .
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê di yekemîn salvegera dagirkirina Efrînê de daxuyaniyeke nivîskî da û soza hilanîna tola şehîdên berxwedana serdemê da.
Fermandariya YPJ’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Dewleta Tirk bi hevkariya hêzên navneteweyî êrîşî Efrînê kir û xwest plana qirkirinê, guhertina demografiyê bixe meriyetê.
Fermandariya YPJ’ê diyar kir ku siyaseta dewleta tirk li dijî tinekirina şoreşa gelên Sûriyeyê hate amadekirin.
Şêniyên Efrînê û tevahiya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûrî li eniyên berxwedanê cih girtin û nerazîbûneke mezin nîşanî dagirkeran dan.
Fermandariyê destnîşan kir ku plana dewleta Tirk a ji bo dagirkirinê hîn jî dewam dike.
Ev yek metirsiyeke mezin li ser aramiya gelên herêmê ye.
Fermandaeiya YPJ’ê daxuyaniya xwe wiha domand;
Li dijî vê hişmendiya Tirkiyê û xeyalên Osmanî, yenake rê hevgirtina gelan li ser prensîbên demokratîk û avakirina neteweya demokratîk e.
Rexmî ku Efrîn ji aliyê cografîk ve hatye dagirkirin lê dewleta Tirk nekarî şervan û gelê Efrînê teslîm bigire.
Gelê Efrînê bi heman ruhî û hêviyê li Şehbayê berxwedana xwe didomîne.
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê soza rizgarkirina Efrînê da û wiha bidawî kir:
“Em soz didin gelê xwe, heta em her bihosteke axa Efrînê rizgar nekin, wê têkoşîna me bidome.”