YE û Tunisê li ser mijara koçberan lihev kirin

Lîderên YE û Tunisê li ser mijara koçberan lihev kirin. Ewropa li hemberî rêgirtina pêla koçberiya bêserûber, wê alîkariya aborî bide Tunisê.

Yekîtiya Ewropayê (YE) bi armanca pêşîgirtina li koçberiya neqanûnî ya ber bi Ewropayê ve bi Tunisê re peymanek îmze kir.

Li gorî peymanê, di berdêla pêşîgirtina li koçberiyê de, tê pêşbînîkirin ku alîkariya darayî ya berfireh ji welatê Afrîkaya Bakur re were dayîn.

Seroka Komîsyona YE Ursula von der Leyen piştî hevdîtina bi Serokê Tûnisê Qeyis Seîd re li Koşka Serokatiyê ya li Tûnisê daxuyaniyek da.

Von der Leyen got, “hevkariya stratejîk a berfireh” a lihevhatî armanc dike ku koçberiya neqanûnî kêm bike û piştgirî bide pêşkeftina aborî ya Tunisê.

Di serdana Tunisê de, tevî Leyen, serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni ku yek ji wan welatan e ku herî zêde ji koçberiya neqanûnî bandor bûye û serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte hebûn.

Her sê lîderên Ewropî meha borî jî bi Seîd re hevdîtin pêk anîbûn.

Von der Leyen got,

“Pêdiviya me bi hevkariyek bi bandor ji berê heye.”

Armanca peymanê ne tenê ew e ku tedbîrên bi bandortir li dijî qaçaxçiyên mirovan bigire, lê di heman demê de xebatên lêgerîn û rizgarkirina penaberan jî baştir bike.

Peymana ku hatiye îmzekirin 105 milyon euro fonên Yekîtiya Ewropayê dide Tunisê digre nava xwe.

Herwiha tê pêşbînîkirin ku 150 milyon euro alîkariya bûdceyê ji bo welatê ku di bin barê deynek mezin de ye were dayîn.

Siyasetmedarên Ewropî di serdana xwe ya meha borî de soza 900 milyon euroyê deynê demdirêj dabûn.

Tûnis niha ji bo peydakirina deynan ji derve têdikoşe.

Di peydakirina madeyên xwarinê yên bingehîn ên wekî ard, şekir û birinc , her tim tengasiyek heye.

Back to top button