Almanya û Kanada hevkariya enerjiyê xurtir dikin

Di krîza enerjiyê ya li Ewropa derketî de, Almanya dixwaze çareseriyekê peyda bike.
Serokwezîrê Alman Scholz di serdana xwe ya Kanada de ragihand ku ew dixwazin hevkariya di navbera her du welatan de ji bo madeyên xam berfirehtir bikin.
Pêşkêşkirina gaza şilkirî ya ji bo Almanyayê jî li ser maseyê ye.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz ji bo serdaneke sê rojî ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Aboriyê Robert Habeck çû Kanadayê.

Scholz doh piştî gihîştina Montrealê di daxuyaniyekê de got,

Ew dixwazin hevkariyê ligel Kanadayê di warê madeyên xam de berfireh bikin û her çend ev welat xwediyê çavkaniyên xwezayî yên mîna Rûsyayê ye, lê ferqa di navbera her du welatan de ew e ku Kanada demokrasiyek pêbawer e.

Olaf Scholz ev tişt anî ziman:

“Ev yek rê li ber qadên nû yên hevkariyê vedike.

Bi taybetî em dixwazin di avakirina aboriya hîdrojenê de ji nêz ve hevkariyê bikin.”

Serokwezîra Almanyayê bal kişand ser wê yekê ku Almanyayê bi Kanadayê re ji hemû welatên din ên derveyî Yekîtiya Ewropayê (YE) nêzîktire û wiha dewam kir:

“Em ne tenê nirxên hevpar parve dikin, di heman demê de nêrîna cîhanî ya bi heman rengî jî parve dikin.”

Bi Scholz û Habeck re şandeyeke bilind a bazirganiya Alman jî li Kanada ye.

Dema Scholz li Montrealê di xwarina şîvê de bi Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau re hat ba hev, hat diyarkirin ku her du lîderan wê îro ji bi axivin.

Tê çaverêkirin ku di serdanê de peymanek ji bo hevkariyeke nêzîktir di hilberîn û veguhestina hîdrojenê de bê îmzekirin.

Kanada ya ku nifûsa xwe derdora 37 mîlyon e, di warê erdnîgarî de piştî Rûsya welatê herî mezin yê cîhanê ye.

Ew welat endamê G7, yek ji hevalbendên NATO yê Berlînê ye jî.

Back to top button