Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed li dijî planên li ser herêmê anî ziman divê gel li hember êrişan di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de xwe bi rêxistin bikin û yekîtiya xwe ava bikin da ku bikaribin xwe biparêzin.
Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûriyê Sîlvan Elî jî dibêje:
“Dewleta Tirk amadekariya êrişeke nû dike û divê em amade bin.”
Di demekê de ku çavê cîhanê li şerê Rûsya û Ûkraynayê ye, Dewleta Tirk a dagirker, hewl dide êrişên xwe yên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê zêde bike.
Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed têkildarî planên dewleta Tirk ji ajansa Hawarê re axivî.
Rûken Ehmed diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ti carî ranewestiyane û tekez kir divê gel di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de xwe biparêze.
Rûken Ehmed: Bi mayîna li ser axa xwe planên dagirkeran wê têk biçin
Rûken Ehmed daxwaz ji gel kir ku bi lîstikên dagirkeran neyên xapandin, li ser axa xwe bimînin û li ber xwe bidin.
Rûken Ehmed: Pêwîstî bi lidarxistina kongreyeke neteweyî heye
Dawiya nirxandina xwe Rûken Ehmed giringiya lidarxistina Kongreya Neteweyî di dema heyî de anî ziman.
Sîlvan Elî: Divê gelê me xwe ji şerekî nû re amade bike
Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûriyê Sîlvan Elî jî diyar kir ku dewleta Tirk amadekariya êrişeke nû dike û divê li hember vê rewşê gel jî amade be.