Dewleta Tirk a dagirker li devera Çiyayê Bagokê êrîşa leşkerî dest pê kir.
Hat ragihandin ku leşker ketine gundan.
Dewleta Tirk a dagirker duh danê êvarî li deverê Çiyayê Bagokê yê Nisêbîna Mêrdînê êrîşa leşkerî daye destpêkirin.
Hat diyarkirin ku bi sedan leşker tevlî êrîşê bûne û li herêmê kozik çêkirine.
Her wiha hat ragihandin leşker ketine gundê Marînê jî û piştî wextekê ji gund derketine.
Hat diyarkirin ku heya derengiya şevê li herêmê tu pevçûn rû nedane.