59 Zarok û jinên ji malbatên DAIŞ’ê radestî Qirxizistanê hate kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 59 zarok û jinên ji malbatên çeteyên DAIŞ′ê radestî komara Qirxizistanê kirin.

Li gor Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiyê şandeyek ji komara Qirxizistanê bi serkêşiya nûnerê Wezareta Karên Derve ya Qirxizistanê Tokobaev Arslan serdana wan kir.

Her du aliyan behsa rewşa mirovî ya li Sûriyeyê piştî erdhejê, rewşa siyasî û pêwîstiya çareseriya krîza Sûriyeyê kir.

Cîgirê hevserokatiya daîreyê Robêl Beho wiha got: “Em Rêveberiya Xweser, me gelek caran bang li civata navneteweyî û NY′yê kir ku deriyên sînor vekin.”

Tokobaev Arslan jî wiha got: “Em êş û azarên gelên Sûriyeyê û zirarên ji ber edheja wêranker kişandine parve dikin û bi hêvî ne ku di têkoşîn û xebatên xwe de dewam bikin.”

Rêveberiya Xweser 18 jin û 41 zarokên DAIŞ′ê radestî şandeyê Qirxizistanê kirin.

Arslan spasiya Rêveberiya Xweser û QSD′ê li ser şerê li dijî terorê û alîkariya wan di vegera welatiyên Qirxizistanê kir.

Back to top button