Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Iraqê li Hewlêrê civiyan

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nîçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm li ser rewşa Iraqê li bajarê Hewlêrê, civiyan.

Li gorî ragihandina serokatiya herêmê, di civînê de her du alî li ser rewşa dawî ya Iraqê û xwepêşandanên wê deverê axivîn.

Her wiha behsa hewldanên aram kirina rewşa welat û ava kirina hikûmeta nû hat kirin.

Li gorî heman çavkaniyan, aliyên civînê daxwazên xwepêşanderan bi yên rewa bi nav kirin.

Back to top button