Civîna yekem ya Al El Beyt li Tebqayê hate li darxistin

Komîteya Hevgirtina Al El Beyt a Tebqayê piştî Konferansa 1’emîn a Al BeyT ku di 3’yê Hezîranê de li darxist, civîna xwe ya yekemîn li dar xist.

Di civînê de serokê Hevgirtina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêx Sînan Saydoş axivî.

Sînan Saydoş diyar kir ku li darxistina konferansa Yekemîn a Hevgirtina Al El Beyt ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê bû.

Saydoş bi bîr xist kir ku wan 71 endam di konferansê de hilbijartine da ku erkên xwe di hevgirtnê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk bînin.

Saydoş got: “Îro em di civîna xwe de dê 13 endaman hilbijêrin da ku erkên hevgirtinê şaxê Tebqayê bînin cih.

Piştî vê civînê, dê civînên din li herêmê werin lidarxistin ji bo ku meclis bên avakirin.

Back to top button