Li gelek bajaran parêzeran bi daxuyaniyan xwestin tecrîd bi dawî bibe

Divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.

Bi vê hevokê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê parêzeran îro daxuyanî dan û bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan.

Parêzeran diyar kirin ji bo aloziya li Tirkiyê bi dawî bibe divê hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin.

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û girtiyên din û qedexeya hevdîtinan li ber Edliyeya li Amedê daxuyaniyek da. Gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê endamê OHD’ê Muhîttîn Muguç ve hate xwendin.

Muhîttîn Muguç da zanîn ku Rêber Apo di 15’ê Sibatê de bi komployeke navnetewî hate girtin û vê yekê di gelek waran de bandoreke neynî li ser herêmê kir.

Muguç diyar kir ku di van 23 salên dîlgirtina Rêber Ocalan de her ku çû krîz kûrtir bû û pirggirêka Kurd jî nehat çareserkirin.

Muguç bi bîr xist ku ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin û tecrîda li ser wî bandorek neyînî li ser tevayî civakê dike.

Endamê OHD’ê Muhîttîn Muguç anî ziman ku kiryarên dijmirovî yên li girtîgehên Tirkiyê çavkaniya xwe ji pergala tecrîda ji Îmraliyê digire.

Muhîttîn Muguç destnîşan kir ku ji bo çareseriya krîzên civakî divê Rêber Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re tavilê hevdîtinan bike.

Muguç bang li rayedaran kir ku li gorî rêgezên hiqûqa gerdûnî tevbigerin û berpirsiyariya xwe ya destûra bingehîn bicih bînin.

Her wiha şaxên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê- OHD’ê yên bajarên Wan, Colemêrgê, Riha, Stenbol, Mêrsîn û Îzmîrê jî bi heman armancê daxuyanî dan û xwestin ku tavilê tecrîd were rakirin û hevdîtin bi Rêber Ocalan re pêk were.

Back to top button