Amedeo Ciaccheri: Pêwîstiya me bi azadiya Abdullah Ocalan heye

Şaredarê Herêma 8’emîn a Romayê Amedeo Ciaccheri,diyar kir ku ew weke çepgirên Ewropî tecrîda li dijî Rêber Apo qebûl nakin û got:
“Pêwîstiya me, ya mirovahiyê bi azadiya Abdullah Ocalan heye.”

Amedeo Ciaccheri, di demeke ku êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser gelê Kurd didomin serdana Navenda Çanda Kurd a Araratê ya li Romayê kir û piştgirî da kurdan.

Ciaccheri got, “Ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan ez hatim Navenda Çanda Kurd a Romayê da ku bi civaka Kurd re bixebitim.

Ciaccheri qala girîngiya azadiya Rêber Apo kur û ev tişt anîziman:

“Azadiya Birêz Abdullah Ocalan ji bo çepgirên li Ewropa û Îtalyayê jî girîng tê dîtin.

Beriya hemû têkoşînên li Ewropayê pêdiviya me bi azadiya Abdullah Ocalan heye.”

Amedeo Ciaccheri ji bo bêdengî ya Ewropa li hemberî tecrîdê ev nirxandin kir:

“Em bi Meclîsa Bajêr a Romayê re dixebitin û em hewl didin bala gel û raya giştî ya navneteweyî bikişînin ser tecrîta li dijî Rêber Abdullah Ocalan.

Em piştevaniya xwe ya li cem gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan li Romayê didomînin.”

Franco Danieli: Êdî dem hatiye ku Abdullah Ocalan azad bibe

Back to top button