Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomarê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh bi şev Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd li gel Wezîra Koç û Koçberan Îvan Fayîq civiya û li ser dosyeya koçberên li Iraqê nîqaş hatî ye kirin.
Hate ragihandin ku civîna Letîf Reşîd û Wezîra Koçberan de li ser pêwîstiya xurtkirina û bihêzkirina ewlehiyê li navçeyên sînor û çareserkirina mijara vegera koçberan nîqaş hatiye kirin.
Letîf Reşîd: Taybet divê koçberên Şengalê vegerin cih û warên xwe
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di civînê de Serokkomarê Iraqê diyar kiriye divê di zûtirîn dem de dawî li dosyeya koçberan bê anîn û hemû koçber bi taybet koçberên Şengalê vegerin ser cih û warên xwe.
Wezîra Koç û Koçberan Îvan Fayeq spasiya giringîdayîna Serokkomar ji bo penaberan kiriye û diyar kiriye ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêkê lez bidin xebatên xwe.