14 Saziyên Kurdistanî yên li Londonê hatin ba hev, piştgirî dan pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û gotin, “Azadiya Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo pêkan dibe.”
Li ser navê saziyan daxuyaniya hevpar ji aliyê endamê Meclîsa Gel a Kurd Egîd Amara ve hat kirin.
Amara diyar kir ku ew piştgirî didin pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî” û wiha got:
“Di 100 salên dawî de hemû nirxên me yên dîrokî di bin zexta piralî yên dewleta Tirk a dagirker de ne.
Ev êrişên Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê rû didin ji polîtîkayên tecrîdê nequtin.”
Em sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê bang li Kurdistanî, rewşenbîr û partiyên siyasî dikin ku piştgirî bidin pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî” ku ji aliyê dostên gelê Kurd ve hatiye destpêkirin.”



