Ferzende Munzur: Rêber Apo nûnertiya dozekê dike

Têkildarî pêngava cîhanî bo azadiya Rêber APO Berdevkê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzur axivî.
Ferzende Munzur diyar kir bi ragihandina pêngavê re Rojhilata Navîn û cîhan derbasî qonaxeke nû bûn.

Ferzende Munzur da zanîn ku wateya yekemîn a pêngavê temenê Rêbertî yê 74 salî ye.

Wateya din mafê Rêbertî yê bidestxistina mafê hêviyê ye .

Munzur bal kişand ser ragihandina pêngavê li welatên Ewropayê ji aliyê kesên cîhanê ve û got:

“Komplo, komployeke cîhanî û navneteweyî bû.

Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî wî dê têkoşîneke cîhanî be.

Ji ber ku kesayetek mîna Rêber Apo nûnertiya dozekê dike û ev doz li seranserî cîhanê xwedî bandoriyek e.”

Munzur: Bi milyonan kes azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin

Ferzende Munzur li ser cudahiya vê pêngavê ji pêngavê berê pêk hatibû ev nirxandin kir:

“Pêngava niha pêngaveke gerdûnî ye.

Ji her pênc parzemînan gelek fîlozof, zanyar, hiqûqnas, kesên xeleta nobelê wergirtine.

Lewra bi hezaran kes daxwaza azadiya wî ya fîzîkî dikin ku ji tevahî aloziyên asêmayî re çareserî ye.”

Back to top button