PYD: Emê li ser xeta Mam Celal bimeşin heta ku gelê Kurd mafê xwe bidest bixe

Bi boneya salvegera koça dawî ya Mam Celal Talabanî Meclisa Giştî ya PYD’ê daxuyaniyek weşand.

PYD’ê Mam Celal Talebanî bi bîr anî û got:

“4 sal di ser koça dawî ya lîderê neteweyî Mam Celal Talabanî re derbas dibe ku fikir û gotinên wî yên bi nirx ji bîr nabe.

Her çiqas sal di ser wefata wî re derbas bibe wê xeta têkoşîna wî ji bo hemû gelên azadîxwaz re çavkanî bimîne.”

Meclisa Giştî ya PYD’ê diyar kir ku bi vê boneya bi êş nîşaneya aramî û aştiyê diyarî giyanê wî yê pak dikin.

PYD’ê ewê li ser xeta wî bimeşin heya ku gelê Kurd û gelên din mafên xwe bi dest bixin.”

Back to top button