Eyşê Efendî: Her komkujiyek, hêrs û berxwedana me zêdetir dike

Hevseroka Meclîsa Malbatê Şehîdan a herêma Firatê Eyşê Efendî destnîşan kir ku ew ji bilî hêza xwe baweriya xwe bi tu hazan naynin.
Eyşe Efendî li dijî her êriş û gefên dewleta Tirk li ser herêmê jî got; “Her komkujî, hêrsa gel zêde dike û ruhê berxwedanê bilind dike.”

Hevseroka Meclîsa Malbata Şehîdan a herêma Firatê Eyşê Efendî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker, berxwedana gel ya li dijî êrişan axivî.

Ayşe Efendî anî ziman ku her komkujiya ku dewleta Tirk pêk tîne jî dibe sedem ku di nava gel de kîn û nefret zêdetir bibe.

Eyşê Efendî bal kişand ser komkujiya li Qamişlo.

Eyşê Efendî anî ziman ku haya Emerîka û Rûsyayê ji êrişên ku niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdibin heye û got,

Eyşê Efendî di dawiya axaftina xwe de wiha ev bang li gel kir:

“Ji bilî hêza xwe bawerî nedin tu hêzê. Gelê me ji tunebûnê hebûna xwe çêkiriye.

Bila her kes vê bizanibe ku gelê me bi van êrişan re tune nabe. Lê ji bo destketiyên xwe biparêzin û Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê rizgar bikin divê yekîtî û hevgirtinek çêbibe.”

Back to top button