QSD: Dewleta Tirk binpêkirinên qanûnên navneteweyî dewam dike

Navenda Çavdêriya Leşkerî ya QSD’ê, jî encamên operasyonên leşkerî yên li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di meha Hezîranê de pêk anîn, eşkere kir.
Hat diyar kirin Navenda Çavdêriya Leşkerî girtina 42 jin û mêr û 43 zarokên ji nasnameyên cuda, belge kir û 57 endamên şaneyên terorîst jî hatin girtin.
Hat diyar kirin dewleta Tirk û çeteyên wê bi qutkirina ava stasyona Elokê û kêmkirina ava Firatê jiyan bi milyonan mirovan dixe xeteriyê.

Navenda Çavdêriya Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) rapora xwe ya meha Hezîranê eşkere kir.

Navendê di rapora xwe de, encamên operasyonên leşkerî yên li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

Di benda ewlehiya avê ya di raporê de, hate diyarkirin ku Dewleta Tirk bi qutkirina ava stasyona Elok ku avê dide bajarê Hesekê û gundewarê wê û kêmkirina ava çemê Firatê jiyana bi milyonan mirovên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixe Ev yek li gel bêdengiya navneteweyî pêk tê.

QSD: Dewleta Tirk 565 caran peymana 17`ê Cotemha 2019`an binpê kir

Di raporê de, binpêkirina peymana herêma bêçek û berdewamkirina topbarankirina herêmên gundewarê Efrînê û Bakurê Helebê hatin belgekirin û ev agahî hatin parvekirin:

– Dewleta Tirk 565 caran peymana 17`ê Cotemha 2019`an binpê kir.

– 393 caran herêmên Efrînê û bakurê Helebê hatin topbaran kirin.

– Li Efrînê bi rêya teqîn û hedefgirtinan 65 kes hatin kuştin û birîndar kirin.

– 63 sivîl li Efrînê hatin revandin.

Di raporê de hate destnîşankirin ku teqîn, bûyerên hedefgirtinê, tevlîhevî û kuştina sivîlan li ser sînor ji aliyê parêzvanên sînor ên Tirk ve û çeteyn wê ve dewam dikin û ev agahî parve hatin parvekirin:

13 bûyerên destdirêjî û teqîn, şer hatin belgekirin, di encamê de 21 rewşên kuştin û birîndarkirinê derketin.

QSD: Çeteyên DAIŞ`ê 11 êriş piraniya wan li dêra zorê pêk anîn

Navendê di rapora xwe de ragihand ku çeteyên DAÎŞ`ê û şaneyên terorîst di meha hezîranê de li herêmên cuda 11 êriş piraniya wan li Dêra Zorê, pêk anîn.

Di encama wan êrişan de 23 kes ji sivîlan û hêzên ewlekariyê û leşkerî hatin kuştin û birîndar bûn.

QSD: 42 jin û mêr û 43 zarok ku hewl didan ji kampê Holê birevin

Derbarê tevgera şaneyên Daiş’ê li kampa Holê de, navendê ev agahî parve kir:

– 8 kes ji nasnameyên Sûriye û Iraqê hatin kuştin û jineke Rûsî birîndar bû.

– 42 jin û mêr û 43 zarokên ji nasnameyên cuda, ku hewl didan ji kampê birevin, hatin girtin

QSD: 57 endamên şaneyên terorîst hatin girtin

Navendê destnîşan kir ku operasyonên ewlehiyê yên Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî şaneyên DAÎŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin û girtina 57 endamên şaneyên terorîst belge kir.

QSD: 55 zarok ji tevlîbûna xizmeta leşkerî û hêzên çekdar hatin dûrxistin

Navenda Çavdêriya Leşkerî di rapora xwe de piştrast kir ku QSD’ê di Hezîranê de 55 zarok ji tevlîbûna xizmetê leşkerî û hêzên çekdar dûr xistin û ew ji xwediyên wan re vegerandin.

Back to top button