Li bajarê Kobanê dewreyeke perwerdeya zimanê dayîkê hat vekirin

Bi armanca fêrkirina zimanê dayîkê û parastina wê, her wiha peydakirina derfetên kar ji jinan re, Weqfa Jina Azad a Sûrî li Kobanê dewreyên perwerdê vedike.

Weqfa Jina Azad a Sûrî navenda xwe ya li bajarê Kobanê 29’ê Tebaxa 2019’an vekir.

Ji wê demê û vir ve ji bo jinan kar û xebet dike.

Herî dawî Weqfê dewreke perwedê ji bo fêrbûna zimanê dayîkê ji jinan re vekir.

Di vê derbarê de mamosteya zimanê Kurdî Bêrîvan Celel axivî.

Bêrîvan anî ziman ku ew hewl didin tevahî jinên ku derfetên wan ên temamkirina xwendinê tunebûn, fêrî xwendin û nivîsandinê bikin.

Mamoste Bêrîvan diyar kir ku her dewreke perwedeyê rastî eleqeyeke baş a jinan tê..

Derbarê peydakirina kar ji jinan re jî mamoste Bêrîvan eşkere kir ku ew ji xwendekarên xwe yên serkeftî re piştî perwedê kar dibînin.

Jina bi navê Newroz Misto jî ku tevlî perwedê bûye anî ziman ku ew dixwaze fêrî zimanê xwe bibe da ku zarokên xwe li malê fêr bike.

Newrozê di dawiyê de bang li jinan kir ku tevlî perwedê bibin, bi zimanê xwe bixwînin û binivîsîn.

Back to top button