Filmê ‘Keçên Rojê’ tevlî festîvala filmên Kurdî ya Moskovayê dibe

Filmê bi navê ‘Keçên Rojê’ ya li ser berxwedana jinên Kurd a dijî DAIŞ’ê tevlî yekemîn festîvala filmên Kurdî ya Moskovayê dibe.

Filmê ‘Keçên Rojê’ ya bi derhêneriya Eva Huson ku lîstikvana navdar a Îranî Gulşîftê Ferexanî rola sereke dilîze, tevlî yekemîn festîvala filmên Kurdî ya Moskovayê dibe û festîval jî bi nîşandana vê filmî destpê kir.

Festîvala filmên Kurdî ya Moskovayê Îro saet 10’ê bi merasîmekî destpê kir.

Derhênera film jî diyar kir ji ber wêrekî û cengaweriya jinên Kurd a dijî hovîtiya DAIŞ’ê gelek bandor lê kiriye, ew filmek bi vî awayî çêkiriye.

Her wiha Eva Huson diyar kir êrîşên ne mirovane yên li ser Êzîdiyan, revandina jinan û têkoşîna li beramber wê jî bûye çavkaniyeke sereke ya li ser xebat bike.

Filmê ‘Keçên Rojê’ tevlî festîvala navnetewî ya ‘Cannes’ ya Fransayê jî bûye.

Yekemîn festîvala filmên Kurdî ya Moskoyê bi berpirsyariya Gûlîzer Gerdenzerî dewam dike.

Back to top button