Îlham Ehmed: Hikumeta Şamê piştî hilbijartinan siyaseta xwe ya li dijî Kurdan hişk dike

Endama Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed destnîşan kir ku Hikumeta Şamê piştî hilbijartinên li Sûriyê siyaseta xwe ya li dijî Kurdan hişktir dike û hewl dide di nava Kurd û Ereban de provakasyonan derxe.
Ji bo vekirina deriyê Til Koçer jî Îlham got: “Divê alîkariyên mirovî radestî hikumeta Sûriyê neyê kirin, yekser bigihêjin herêmê.”
Derbarê êrîşên li ser başûrê Kurdistanê de jî Îlham Ehmed da zanîn dewleta Tirk gerîla dike hêcet lê armanca wê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye û dixwaze xwe bighîne Mûsil û Kerkûkê.

Endama Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed têkildarî êrîş û provokasyonên li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûrî û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê axivî.

Îlham Ehmed diyar kir ku bi encamên hilbijartinên Sûriyê re krîz girantir dibe, xuya ye hikumeta Şamê xwe welê dibîne ku qezenceke mezin bi dest xistiye û li gorî vê yekê jî siyaseta xwe ya li dijî Kurdan hişk dike.

Dixwaze di navbera Kurdan û Ereban de hîn bêhtir provokasyonan bike. Tiliya MÎT’ê di vê rewşê de heye.

Îlham Ehmed eşkere kir agahî hene ku hikumeta Şamê çekê dide eşîran û ev yek bi lîstikên xeter pênase kir.

Îlham Ehmed anî ziman ku projeya rêveberiya xweser heta niha pêşî li vê fitneyê girtiye, wê ji niha û pê de jî bigire.

Îlham Ehmed: Alîkariyên mirovî divê yekser bigihêjin destê rêveberiya herêmê

Têkildarî girtina Deriyê Sînor ê Til Koçerê Îlham Ehmed got:

Vekirina deriyê sînor ê Til Koçerê gelekî girîng e, ji ber ku pêwîstî bi derman û alîkariya mirovî heye. Alîkarî jî divê radestî hikumeta Şamê neyê kirin, yekser radestî Rêveberiya Xweser bê kirin.

Îlham Ehmed: armanca êrîşên dewleta Tirk ew e ku xwe bigihîne Mûsil û Kerkûkê

Li gel vê, Îlham Ehmed êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê nirxand.

Armanca esasî ya dewleta Tirk ji êrişên li ser Başûrê Kurdistanê, xwegihandina Mûsil û Kerkûkê ye. Ji bo Başûrê Kurdistanê dagir bike êriş dike. Hebûna hêzên gerîla ya li wir ji xwe re dike bihane. Lewra li wir hebûna gerîla li pêşiya xwe asteng dibîne. Ji ber vê jî êrişên giran dibe ser gerîla.

Îlham Ehmed: Dewleta Tirk dixwaze Kurdan li dijî hev bide şerkirin

Endama Desteya Rêveber a MSD’ê destnîşan jî kir ku dewleta Tirk ji bo planên xwe pêk bîne, dixwaze kurdan li dijî hev bide şerkirin.

Ji ber vê jî divê destûr ji parçekirina yekîtiya Kurdan re neyê dayin.

Endama Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehemed bang li gelê li derveyî welat kir ku bi yekhwelstê dakeve qadan û daxwaza ‘êrişan rawestînin’ li pêwendîdaran bike.

Back to top button