Hiqûqa navneteweyî ji bo Kurdan nayê pêkanîn

Ji nêzî 40 salî ve PKK’ê bi tawanên nerast xistine “lîsteya terorê”..
Gelê Kurd û dostên wî di nava têkoşînê de ne da PKK′ ji lîsteyê bê derxistin .
Ji bo vê yekê jî 7 mîlyon îmze hatin komkirin.
Lê belê dewleta Tirk bi hemû hêza xwe zextê dike da ku PKK′ê ji “lîsteya terorê” neyê derxistin.

Her çend bi hezaran bûyer, agahî û belgeyên sûcên şer ên dewleta tirk ku li ser kudan meşandiye hebin jî, tu saziyên hiqûqê yên navneteweyî naxebitin.

Bi ser de jî desteka xwe ya leşkerî, siyasî, aborî, dîplomatîk û îstîxbarî bê navber didomînin.

Xistina PKK’ê ji Lîsteya Terorê re

Mînaka wê xistina PKK’ê ji lîsteya terorê re. PKK’a ku ji bo doza gelê Kurd tê dikoşe.

Lê belê hêzên hegemonîk û mêtinger ji bo berjewendiyên xwe ew xistina “lîsteya terorê”.

Çawa ev yek bû û çi pilan hat çêkirin çêkirin .

Serokwezîrê Siwîdê Olaf Palme kirin qurban

Plana wan ew bû ku Serokwezîrê Siwêdê Olof Palme kirin qurbanî.

Nemaze ku Palme wekî serokekî demokrat û komunîst piştgirî dida mafên gelê Kurd.

Lê ev yek jî li zora dewletên Ewropayê û Amerîkayê çû.

Dewleta Tirk bûyera kuştina Palme kir bihane û PKK tawanbar kir.

Swêd piştî Tirkiyê yekem dewlet bû ku PKK xist Lîsteya Terorê

Piştî kuştina Palme, Siwêdê piştî dewleta Tirk , yekem dewlet bû ku PKK’ê xist ′′lîsteya terorê′′.

Di sala 1997’an de Amerîkayê PKK wek “rêxistina terorî ya biyanî” wesifand.

Brîtanya di 2000′an de, Keneda û Japonya û Yekitiya Ewropayê di sala 2002’yan de.

Awstralya di 2005’an de û Newzîlanda di 2010’an de PKK’ê wek rêxistineke terorî bi nav kir.

Yekîtiya Ewropa: Xistina PKK’ê Lîsteya Terorê neheqiyek mezin e

Lê Dadgeha Edaletê ya Ewropayê got, xistina PKK’ê di ′′lîsteya terorê′′ de neheqiyeke mezin bû.

Di navbera salên 2014 – 2020’an de, PKK’ê dozek li dijî “lîsteya rêxistinên terorî” li Konseya Ewropayê vekir.

Dadgeha Edaletê ya Ewropayê: Divê PKK ji lîsteyê bê derxistin

Dadgeha Edaletê ya Ewropayê biryar dabû ku divê PKK’ê ji ′′lîsteya terorê′′ bê derxistin.

Lê di 2022’yan de li Luksembûrgê ji nişkê ve daxwaza PKK’ê red kir.

Di Çileya 2020’an de Dadgeha Bilind a Temyîzê ya Belçîkayê navê terorê ya li ser PKK’ê bi temamî rakir .

Ji bo derxistina PKK’ê ji ′Lîsteya Terorê′ 7 mîlyon îmze

Di 5’ê Mijdara 2021’an de 29 kesayetên naskirî ji bo derxistina PKK′ê ji “lîsteya terorê” li YE pêngava Edaletê ya Navneteweyî ya Kurdan ragihand.

Ji zêdetirî 30 welatên cîhanê, hezar kesayetên xwedî bandor tev li pêngavê bûn û pêşengiya wê kir.

Li Ewropayê tenê 3 mîlyon îmze hatin komkirin û pêşkêşî komîseriyê ya Brûkselê hatin kirin.

Li Başûrê Kurdistanê jî mîlyon îmze û li Şengalê 40 hezar û 446 îmze hatin komkirin.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku wê nêzî 2 mîlyon û 476 hezar û 173 îmze kom kirine.

Back to top button