Bi sedan polîsên Alman bi ser malekê de girtin.
Di encamê de 5 endamên DAIŞ’ê ku amadekariya êrişê dikirin hatin girtin.
Di nava girtiyan de welatiyeke Tirk jî heye.
Ajansa Nûçeya a Reutersê ragihand ku operasyona polîsên Alman li bajarê Bonnê pêk hatiye.
Li gorî daxuyaniya rayedarên polîsan,
Di operasyonê de 5 ciwanên ku temenê wan di navbera 16 û 22 salî de amadekariya êrişeke terorê dikirin.
Ji wan 5 kesan, 2 Alman, 2 Rûs û welatikyeke Tirk hene.
Li ser mijarê Dozgeriya bajarê Dûsseldorfê jî eşkere kir ku 350 polîs beşdarî operasyonê bûne.
Dozgeriyê diyar kir ku di operasyonê de belgeyên DAIŞ’ê hatine bidestxistin û ji wan derkete holê ku amadekariya êrişê dihate kirin.



