Li Bajarên Êlih, Dersîm, Amed û Edeneyê 42 kes hatin binçavkirin

Îro serê sibê li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê dewleta tirk dest bi operasyonên qirkirina siyasî kir. Di encamê de 42 kes hatin binçavkirin.

Li taxa Hîlal a Êlihê polisan serê sibehê bi ser malan de girt.

Polisan piştî ku li malan lêgerîn pêk anîn, 4 kes binçav kirin.

Li gorî agahiyan her çar kes birin Miduriyeta Polisan a Êlihê û sedema binçav kirinê nehat zanîn.

Li Edeneyê 8 kes hatin binçavkirin

Li Edeneyê jî polisan di ser 10 malan de girt û 8 kes binçav kirin.

Hat ragihandin kesên hatine binçavkirin birin Miduriyeta Polisan a Edeneyê.

Doh li Amed û Dersimê rêveberên HDP’ê û xwendekarên zanîngehê jî di nav de 30 kesên din hatin binçavkirin.

Back to top button