Xelîfe Hefter: bi rizgarkirina Terablus û derxistina çeteyan agirbest pêk nayê

Fermandarê Artêşa Lîbayayê Xelîfe Hefter ragihand ku agirbest pêk nayê, heta ku Terablus bê rizgarkirin.

Xelîfe Hefter di axaftineke xwe de ji xwepêşandêrên Lîbyayê re, teqez kir ku wê Paytexta Terablusê ji çeteyên dewleta tirk bê rizgarkirin.

Hefter diyar kir ku pêkanîna agirbestê bi hebûna çeteyan ne pêkan e û da zanîn ku wê Lîbyayê ji çeteyên Erdogan re bibe Gor.

Fermandarê Artêşa Lîbyayê, Hikumeta Wîfaqê bi îxanetê bi nav kir.

JI ber destwerdana Tirkiyê di karûbarê Lîbiyayê de û derbaskirina çete û çekan ji Lîbyayê re, doh li bajarê Binxanzî xwepêşandan hat lidarxistin.

Back to top button