Di encama şerê dinavbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li Girê Spî çeteyek hat kuştin û yekî din jî hatiye girtin.
Çavkaniyekî xwecihî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku çeteyên leşkerî yên dewleta Tirk bi ser mala serçeteyê koma Remadan El Şilaş ê bi navê Ebû Elî de girtiye.
Piştre her du alî bi hev ketine û di encamê de Ebû El Bera El-Neîmî hatiye kuştin û Ebû Elî hatiye girtin.
Li herêmên dagirkirî rojane şer di navbera çeteyan de rû didin û sûcên hovane li dijî xelkê kantonê tên kirin.
Girê Spî-4 malbatên din bi zorê li Girê Spî a dagirkirî hatin bicihkirin