Hêzên hikûmeta Şamê herêmên Laziqiyê, Hemaa û Idlibê topbaran kir

Hêzên Hikûmeta Şamê derdora Laziqiyê, Hemaa û Idlibê bi dijwarî topbaran kir. Duh bi şev li Derayê jî êrişî navendeke hikûmeta Şamê hat kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, hêzên hikûmetê bi çekên giran Girên Kabîna ên li Çiyayê El-Ekrad ya li bakurê Laziqiyê topbaran kirin.

Her wiha hêzên hikûmetê êrişî gundê El-Sermeniya û Diwîr El-Ekrad yên li rojavayê Hemayê jî kir.

Hat ragihandin êrişên hêzên hikûmetê li ser gundê Filêfil û El-Bara ên li başûrê bajarê Idlibê jî hebûn.

Hate diyar kirin ku çeteyekî koma ‘Ehrar El-Şam’ hate kuştin.

Li derayê li dijî navendeke hêzên hikûmeta Şamê êriş hat kirin

Her wiha çavdêriya ragihand, şevê din li dijî navenda ‘Ewlehiya Siyasî’ ya hikumeta Şamê ya li bajarokê Mizêrîb ê li rojavayê Derayê êriş hat kirin û di encamê de şer derket.

Li gorî çavdêriyê,di şer de gelek leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne.

Back to top button