Li Elbistanê 8 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin

Dewleta Tirk a dagirker tevî êrîşên xwe yên li dijî Rojava li Bakûrê Kurdistanê jî zextên xwe dijwar dike.
Operasyonên qirkirina siyasî îro jî dewam kirin û li navçeya Elbistan a Maraşê 8 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin û yek jî hate girtin.

Polîsên dewleta Tirk li navçeya Elbistanê ya Maraşê bi ser malan de girt û 8 rêveberên HDP’ê yên Elbistanê binçav kirin.

 

Endama şaredariya HDP’ê ya Amedê Zûgûrlî hat girtin

Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Licê Şehrîban Zûgûrlî jî, bi hinceta ku di çalakiyên li dijî qeyûman de li hemberî polisan derketiye, duh bi serdegirtina malê de hatibû binçavkirin.

Şehrîban Zûgûrlî piştî îfadeya xwe da, li ser daxwaza dadgeriyê bi sûcdariya “li dijî polisan derketiye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” hate girtin û wê şandin girtîgehê.

Leave a Reply

Back to top button