Pompeo: Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê wê berdewam be

Civîna salane ya Koalîsyona navdewletî li dijî DAIŞ’ê îro li Walingtonê dest pê kir.
Beriya civînê Wezîrê derve yê DYE Mike Pompeo diyar kir ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê berdewam e û divê dewletên endam ên koalîsyonê welatiyên xwe yên DAIŞ’î werbigirn.

Li paytexta Emerîkayê Waşingtonê kongreya salane ya welatên di bin sîwana Koalsîyona Navdewletî îro bi beşdarbûna wezîrên 35 dewletan tê lidarxistin.

Beriya civîna girtî dest pê bike Wezîrê derve yê DYE Maik Pompo axivî.

Pompeo got:

Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê berdewam e û divê dewletên endam ên koalîsyonê welatiyên xwe yên DAIŞ’î yên girtî werbigirin.

Her wiha Pompeo tekez kir ku bîrên petrolê yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî wê werin parastin da ku nekevin destên DAIŞ’ê.

”ARMANCA SEREKE DEWAMKIRINA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ’Ê YE”

Li aliyekî din hin berpirsên ji wezareta derve ya DYE ragihandin ku armanca civîna salana ya Koalîsyona navdewletî, bi hevkariya QSD’ê xurtkirin û berdewamkirina têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ye.

Di civînê de bûyerên meha borî û bi taybet jî kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî jî werin nirxandin.

Leave a Reply

Back to top button