Kombûna Jinan a Zenûbiya komxebatek li ser komployê li dar xist

Meclisa Perwerdê ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê komxebatek bi diruşma “Hûn nikarin roja me tarî bikin, azadiya rêbertî azadiya me ye, Jin, jiyan, azadî” têkildarî komploya navneteweyî li dar xist.

Komxebat li Akademiya Şehîd Ardar Harûn a Tebqayê hate lidarxistin.

Tê de nûnerên ji partiyên siyasî, nivîsgehên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên Tebqa, Reqa, meclisên sivîl û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Şêwirmenda Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xaliye Niime li ser komployê axivî û got: “Komplo bi destê îstîxbaratên navdewletî û dewletên sereke yên cîhanê pêk hat.

Ev hêzên komploger xwestin bi dîlgirtina Rêber Ocalan ve siyaseta xwe ya rojhilata Navîn bibin serî”

Endama rêveber a Desteya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Meryem El Osman jî diyar kir ku Ocalan di girtîgehê de paradîgmaya xwe ya ku di bingeha wê de jin heye ve komplo vala derxist.

Komxebata bi biryardariya pêkanîna fikrê Ocalan bi dawî bû

Back to top button