Artêşa Tirk gundewarên Eyn Îsa topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro sibehê careke din dest bi êrişên li ser Eyn Îsayê kirin. Dagirkeran bi çekên giran gundewarê navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.

Deverên hatîn topbarankirin Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 bûn.

Ev dever îro sibehê bi çekên giran ji aliyê Tiriyê û çeteyên xwe ve hatin topbarankirin.

Berî niha ev dever dehê caran hatine topbarankirin.

Di her topbaranekê de jî zirer li ser herêmê û sivîlan çêbûne.

Ji bilî ziyanên madî, sivîl jî dibin qurban, tên birîndarkirin û şehîdxistin.

Li hember vê rewşê jî, hêzên garantor jî bêdeng in û ev jî dihêle Tirkiye û çeteyên xwe asta êrişên xwe her rojê zêdetir bikin

Back to top button