Ewropa li hewara Fransa çû

Şewata daristanan ya li Fransa, Ewropa xistiye neva tevgerê. Ji welatên cuda yê Ewropa bi sedan endamên tîmên agirkujiyê berê xwe dan Fransa. Êdî şewat gefê li niştegihan dixwe.

Wezîra Fransa Laurence Boone ya ji karên Yekîtiya Ewropayê (YE) berprise li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamenk belav kir.

Boone bi bîr xist ku Fransa li gelek herêman bi şewatê re rû bi rû ye.

Boone bal kişand ku YE di nava hevkariyê da ye û got;

Bi saya mekanîzmaya piştgiriyê ya Ewropayê 400 xebatkar, 100 wesayît û 6 balafir ji bo piştgiriyê bidin têkoşîna li dijî şewatê hatin Fransayê.

Almanya, Yewnanîstan, Îtalya, Awisturya, Polonya, Romanya û Swêd ji bo alîkariya me seferber bûn.”

Wezîra Fransî got; Ji ber piştgiriya ku di van şert û mercên dijwar de bo me hatî dayîn em spasiya wan dikin.

Li aliyê din çapemeniya neteweyî agahî parve kir ku 361 agirkujên Ewropayê ji bo tefandina şewata li herêma Gironde ya li başûrê welêt ketine rê.

Li herêma navborî heta niha 7 hezar û 400 hektar erd zirar dîtiye.

Ji ber şewata ku di 9ê Tebaxê de dest pê kiribû 10 hezar kes ji herêmê hatin tehliyekirin.

Tevî balafirên vemirandina şewatê, 1,100 xebatkarên timên agirkujiyê li herêmê dixebitin.

Back to top button