Li bajarên Almanyayê çalakiya rûniştinê dewam dike

Bi armanca azadiya Rêber Abdullah Ocalan duh li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Çalakvanan teqez kir ku heta rêber APO azad nebe, wê çalakiyên wan li dar bin.
Li aliyê din Partiya Neteweyî ya Skoçyayê a desthilat bang li dewleta Tirk kir ku tecrîdê bi dawî bike.

Li Ewropayê çalakiyên li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî dewam dikin.

Kurdistaniyên li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya rûniştinê dest pê kir û wê 6 rojan dewam bike.

Çalakî bi daxuyaniyekê dest pê kir û hat eşkerekirin ku heta Rêber Apo azad nebe, ew ê li qadan bin û têkoşîna xwe nesekinînin.

Li bajarê Stûttgartê jî çalakiya rûniştinê ya 5 rojan dest pê kir.

Li Fransa çalakiya nobedê rojek li pey xwe hişt

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê çalakiya nobedê ya ji bo azadiya rêber APO hattibû destpêkirin, rojek li pey xwe hişt.

Çalakî bi pêngava “100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze” hat lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiyê de ku wê hefteyekê li dar be, wê bi gelek saziyan re hevdîtinan pêk bên.

Li Parîs a paytexta Fransa jî çalakiya nobedê li pêşiya Parlemena welat hate destpêkirin.

Çalakvanan teqez kir ku heta azadiya Rêberê Abdullah Ocalan, ew ê li qadan bin û têkoşîna xwe bidomînin.

Partiya desthilat a Skoçyayê banga bi dawîkirina tecrîdê kir

Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (SNP) ku desthilat e bi daxuyaniyekê bal kişande li ser tecrîda li Îmraliyê û ji dewleta Tirk xwest ku tecrîdê bi dawî bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ocalan zêdeyî 20 sale di bin tecrîdê de ye. Tecrîd cezayekî derveyî mirovahiyê ye û li dijî peymanên navnetewî ye ku Tirkiyê jî ew îmze kirine.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin, divê pirsgirêka Kurdan bi aştiyane were çareserkirin û SNP jî mafên Kurdan diparêze.

Back to top button