Li Tirkiyê bager û baran: 9 kes mirin

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji ber şert û mercên nebaş ên hewa û barana dijwar 9 kes mirin.
Ji 11 keştîvanan jî agahî nayên girtin.
Her wiha li Amed û Êlihê jî 50 kes birîndar bûn.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê mercên nebaş ên hewayê û barana dijwar rê li ber felaketê vekir.

Ji ber ba û barana dijwar wêraniyeke mezin li gelek bajaran rû da û gelek kesan jiyana xwe ji dest da.

Wezîrê Karên Hundirîn yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya derbarê rewşa heyî de daxuyand da û got:

“Li seranserê welêt hejmara kesên ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê jiyana xwe ji dest dan derket 9’an.”

Her wiha Wezîrê Tirkiyê ragihand ku li aliyê Behra Reş jî ji 11 keştîvanan agahî nayê girtin.

Yerlikaya diyar kir ji bo keştiya ku binav bûne ew niha nikarin xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bidin destpêkirin.

Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê niha lêgerîneke bi vî rengî nepêkane.

Demek kin piştî daxuyaniya Yerlîkaya, hate ragihandin ku cenazeyê yek ji personelê keştiyê hatiye dîtin.

Yerlikaya destnîşan kir ku 13 xebatkarên keştiyekî ji aliyê tîmên rizgariyê ve hatin xilaskirin.

Heta niha jî xebatên lêgerîna li keştiyê windayî dewam dike.

19’ê Mijdarê rêveberiya giştî ya Meteorolojiyê li tevahiya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo 29 bajaran hişyarî dabû.

Piştre jî ji bo 41 bajaran hişyarî hate dayînê.

Yerlikaya diyar kir ku ji ber rewşa giran a ku rû dayê li 16 parêzgehan hezar û 611 welatî ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş alîkarî xwestine.

Ji ber vê wan li gorî agahiyên ku hatine tîmên alîkariyê rê kirine.

Back to top button