Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera 19’ê tîrmehê diyar kir 11 sal in Şoreşa Rojava êrişkariya qirker, mêtinger û faşîst têk dibe û got:
Şoreşa Rojava hîna jî hêviya jiyana wekhevî, azad û demokratîk a gelê Kurdistanê û gelên Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê ye.
KCK’ê bang li hemû hêzên welatparêz kir ku li dora rojava yekîtiya neteweyî pêk bînin.

Bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek weşand.

KCK’ê diyar kir di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Rojava pêngaveke dîrokî hat avêtin û soreşa Rojava ku yek ji pêşketinên herî girîng a dîrokê ye, pêk hat.

KCK: Şoreşa Rojava hêviya jiyana wekhevî, azad û demokratîk a hemû gelan e

KCK anî ziman 11 sal li ser vê geşedana dîrokî derbas bûn û wiha got:

11 sal in Şoreşa Rojava êrişkariya qirker, mêtinger, paşverû û faşîst têk dibe; hîna jî hêviya jiyana wekhevî, azad û demokratîk a gelê Kurdistanê û gelên Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê ye.

Em Şoreşa Rojava pîroz dikin ku 11 sal li dijî her cûre êrîşkariyan li ber xwe dide û wan êrîşan pûç dike.

Di şexsê şehîdên vê şoreşa mezin de, em hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin.

KCK: Rêber Apo bi xebatên xwe bingehê fikrî û rêxistinî ya vê şoreşê avêtiye

Bi domdarî KCK’ê bibîrxist ev şoreş destpêkê bi saya xebat û keda Rêber Apo ya bi dehan salan, pêk hatiye û got:

Rêber Apo bi xebatên xwe bingehê fikrî û rêxistinî ya vê şoreşê avêtiye.

Em Şoreşa Rojava li Rêber Apo pîroz dikin û spasiya wî dikin ku geşedaneke wisa dîrokî pêk aniye.

Şoreşa Rojava ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyê û Rojhilata Navîn bûye modêla herî rast.

“Polîtîkayên durû ên dewletan yên li dijî gelê Rojava ku mirovahî ji DAIŞ’ê parast ne rast in”

Di dewamê de KCK’ê berdelên ku gelên herêmê û hêzên şorêşger yên di têkbirina DAIŞ’ê de dane bibîrxist û ev tişt got:

Her çiqas ev rastî ji aliyê her kesî ve tê zanîn jî dewlet bi awayekî adil tevnagerin.

Berovajî vê, li hemberî êrişên dagirkeriyê yên AKP-MHP’ê ku çeteyên DAÎŞ’ê xwedî dike, ti helwest nayê girtin û ev êrişkarî tê erêkirin.

Di civîna NATO’yê ya li Lîvanyayê de lihevkirin û biryarên ku li dijî Kurdan û Rojava hatin girtin, ev polîtîkayên dewletan ên berjewendîperest û durû bi awayekî zelal derxist holê.

KCK’ê daxuyankirin ev biryar û lihevkirin tê wateya xizmetkirina polîtîkayên li ser qirkirina Kurdan û got:

Nêzîkatiya bi vî rengî ya li hemberî gelê Kurd û Rojava ku hemû mirovahiyê li hemberî DAÎŞ’ê parast teqez nayê qebûlkirin.

KCK’ê bang li hemû hêzên welatparêz kir ku li dora Rojava Yekîtiya Neteweyî pêk bînin

Li hemberî êrişên dagirkerî û qirkeriyê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê banga berxwedanê li gelên herêmê kir.

Her wiha bang li hemû hêzên welatparêz jî hate kirin ku kir ku li dora rojava yekîtiya neteweyî pêk bînin.

Rûken Ehmed: Wê gelê me şoreşa xwe biparêze

Back to top button