Li navçeya Til Koçerê ya girêdayî kantona Qamişlo depoyeke sotemeniyê şewitî û di encamê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da.
wêne ser gurupê hene, yê şewatê û yê ciwanên ku jiyana xwe ji dest dane.
Li stasyoneke sotemeniyê ku kîlometrekê dûrî navenda navçeya Til Koçerê ye, depoya sotemeniyê şewitî.
Di encamê de 2 xebatkarên stasyonê jiyana xwe ji dest dan.
Ciwanên ku jiyana xwe ji dest dane, bi navê
“Amir Salih El-Şehne 25 salî û Samir Ferhan El-Fethî 23 salî.
Gor agahiyan stasyona sotemeniyê ya kesê bi navê Ismaîl El-Hedîdî ye û li ser riya gundê Mesade a navçeyê dikeve.