Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed bi wesîleya salvegera têkbirina DAIŞ’ê diyar kir ku Têkbirina dawî ya DAIŞ’ê ji bo QSD’ê serkeftineke girîng bû.
Newroz Ehmed diyar kier ew ê têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ û tevahiya komên çeteyên tundraw berdewam bikin.
Bi boneya salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarokê Baxozê, Endama Fermandariya QSD`ê Newroz Ehmed ji ANHA’yê re nirxandin kir.
Newroz Ehmed diyar kir ku tunekirina DAIŞ`ê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û ji tevahî welêt re, gaveke girîng bû.
Newroz da zanîn ku şerê li dijî DAIŞ`ê li herêmê didome, da xeteriya ku li ser herêm û cîhanê çêdike, bi dawî bibe.
Ji bo paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê jî fermandar Newroz pêwîstiyê bi têkoşîna hevbeş û zêdekirina destekdayîna herêmê, dibîne.
Lewra li gorî wê ger ne wisa be dê negihêje armanca xwe di tunekirina vn çeteyan de.
Fermandar Newroz îşaret bi xetariya DAIŞ’ê jî kir û diyar kir ku DAIŞ`ê xwe jinûve birêxistin dike, çeteyên di girtîgehê, jin û zarokên DAIŞ’î ev tev metirsî ne.
Newroz Ehmed bang li Ewropa, Rûsya, Amerîka û dewletên Ereb kir ku ew bi hev re kar bikin û çareseriyê bibînin û got:
Têkbirina dawî ya DAIŞ’ê bi îtîrafeke fermî bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çareseriyeke siyasî ya mayînde ji aloziyê Sûriyê re girêdayê ye.”