Salih Muslim: Her alî dizane ku bê Rêber Ocalan çareserî nabe

Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim pergala êşkenceya li Îmralî û têkoşîna gelê Kurd a li dijî vê yekê nirxand..
Muslim got, encama têkoşîn û berxwedanê nîşan da ku bê azadiya Rêber Apo ne pêkane ku pirsgirêka Kurd were çareserkirin..
Li ser tevger û êrişên PDK’ê li dijî gerîllayan jî Muslim wiha axivî:
Şerê tê kirin, şerê Kurd û hêzên dagirker e. Sekna îro PDK’ê nîşan dide tenê wê zerarê bide wê.

Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim têkildarî mijarên di rojeva Kurdan, ji Ajansa ANF re aixvî..

Muslim girankirina pergala êşkencê ya li Îmralî û têkoşîna bê navber a gelê Kurd li dijî tecrîdê nirxand.

Di encama têkoşîn û berxwedana hatî kirin de gelê Kurd gihilşte vê qenaetê;

Eger Rêber Apo azad nebe, ti misogeriya parastina destketiyan jî namîne. Dijmin jî vê rastiyê dizane. Lewma bi girankirina tecrîdê hewl dide pêşî li doza Kurdan bigre.

Hê difikire ku bi dûrxistina Rêber Apo ji gel, ew ê karibe civak û têkoşîna azadiyê jihev bixe.

Di rewşa heyî de, dewleta Tirk nikare xwe li yek gotine rêbertiyê jî bigre. Eger îro ew çendî asta êşkence û tecrîda li Îmraliyê zêde dike, armanc ew e ku dilsoziya gel a bi Rêber Apo re ji holê rake.

Li dijî vê yekê jî Kurd li her deverê li ber xwe didin. Êdî haya her kesî bi vê heye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd yekane muxatab Rêber Ocalan e.

Salih Muslim: Ji hevkariya li gel Tirkiyê, wêzerara mezin li PDK’ê bibe

Têkildarî dorpêç û êrişa hêzên PDK’ê li dijî gerîlla jî Salih Muslim ev hişyarî kir:

Li çiyanên Kurdistanê şerek heye. Ev şer di navbera gerîlayên Kurd û dewleta Tirk de ye.

Başe Gerîlayên Kurd kî ne?

Ew ne tenê Kurdên ji Bakur e. Ji hemû parçeyan li hev kom bûne û Kurdistanê diparêzin.

Ji destpêka vî şerî ve ewqas ciwanên me şehîd bûn. Ji Kobanê, Hesekê, Qamişlo û beşên din ên Kurdistanê gerîlla şehîd dibin.

Wê demê ev şer Kurdan hemûyan eleqedar dike. Dewleta Tirk dema ku êriş dike ne tenê êrişî Kurdên Bakur an jî PKK’ê dike.

Wê demê yên ku hevkariyê li gel dewleta Tirk dikin, dibin beşek ji şerê li dijî Kurdan.

Bi qasî ku em dişopînin, yên ku herêmên gerîlla dorpêç dikin ne pêşmerge ne.

Bi giranî hêzên taybet ên PDK’ê ne.Mîna Gulan, Zeravanî.

Lewma lîstikeke gelekî xetere heye. Di encamê de bi qasî hemû Kurdan, 2 qat wê zerara vê hevkariyê li PDK’ê jî bibe.

Bi navê PYD’ê ji bo bidawîkirina vê rewşa xeter, çi ji destê me bê em ê bikin. Eger navbeynkarî bibe em ê wê jî bikin.

Zarokê malbateke Rojava, li wir li dijî faşîzma Tirk şer dike û şehîd dibe. Ev yek ji bo wê malbatê cihê serbilindiyê ye. Lê belê eger zarokên Rojava ji pişt ve xençer lê bê xistin û şehîd bibe, wê hingî malbat çi bifikire?

Back to top button