
Sala xwendinê ya 2022-2023 bi kêf û şahî li dibistanên herêma Firatê bi dawî bû.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê bawername li xwendekarên qonaxa seretayî belav kirin.
Îro li 571 dibistanên herêmên Firatê, 50 hezar û 949 xwendekarên qonaxa seretayî bawernameyên xwe wergirtin.
Xwendekar bi cil û bergên xwe yên floklorî berê xwe dan dibistanên xwe û bawernameyên xwe bi kêfxweşî wergirtin.
Tê payîn ku di rojên pêş de bawername li 10 hezar û 560 xwendekarên qonaxa navîn û 2 hezar û 450 xwendekarên qonaxa amadehî werin belavkirin.
Mamoste Zozan Ehmed derbarê bi-dawîbûna sala xwendinê de axivî û got:
“Bi destpêkirina sala xwendinê em rastî gelek zehmetiyan hatin.
Erdheja ku rû da û êrişên domdar yên li ser herêmê gelek astengî li beramber me derxistin.
Tevî vê yekê jî me bi israr sala xwe ya xwendinê derbas kir û xwendekarên me serkeftî vê qonaxê bi dawî kirin.