Nûnertiya Netewên Yekbûyî a li Iraqê: Êrişên Tirkiyê aloziyan zêde dike

Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê û Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) bi du daxwiyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) derbarê êrişên dewleta Îran û Tirkiye yên li ser Başûrê Kurdistanê de daxuyaniek belavkir.

Nûnertiy êrişan şermezar kir û got: “Divê êrişên ku serweriya Iraqê binpê dikin, werin rawestandin. Ev destdirêjiyane aloziyê zêde dike û bi xwer karesatê jî tîne.”

Komên partiyên Kurd ên li parlamentoya Iraqê

Her wiha Komên partiyên Kurd ên li Parlamentoya Iraqê jî li dijî êrişên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê derketin û daxwaznameyek pêşkêşî serokatiya parlamentoyê kirin.

“Lazime parlamanto bi riya yasayî li dijî êrişan kar bike”

Komên partiyan ji parlamentoyê xwestin ku bi riya yasayî li djiî êrişan kar bike.

Di dawiyê de Komên partiyên Kurd daxwaz ji civaka navneteweyî kirin ku sîstema parastina hewayî ji bo pêşîgirtina êrişan bidin Iraqê.

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) jî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Partiya Komunîst a Fransayê: Êriş pêşiya vejîna dewleta Îslamî vekir

Partiya Komunîst a Fransayê di daxuyaniyê de êriş şermezar kir û got: “Ev êrîş xeteriya şerek nû ya li herêmê ava kir û pêşî li vejîna Dewleta Îslamî vekir.”

Di dawî de Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) diyar kir ku ew hevgirtina xwe bi hemû hêzên demokratîk ên Kurd re nîşan dide.

Back to top button