Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê êriş hatin protestokirin

Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê êrişên Tirkiyê yên li dijî Rojava tevî êriş û astengiyên polîsan jî hatin şermezarkirin û hat gotin: “Kobanê neket û wê nekeve.”

Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin protestokirin.

Polîsan li hevseroka HDP’ê wanê handan karakoyun da û êrişî girseyê kir

Rêxistina HDP’ê û DPB’ê, Dayikên Aştiyê û TJA li ber avahiya HDP’a Navçeya Artemêtê ya Wanê li dijî êrişan kom bûn da ku daxuyaiyê bidin.

Polîsan derûdora avahiya HDP’ê girtin û êrişî girseyê kirin.

“Armanca êrişan zindîkirina DAIŞ’ê ye”

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Geverê jî xwest daxuyanî bidin, lê polisan rê li wan girt..

Li dijî helwesta polisan, welatî derketin şaneşîna avahiya HDP’ê, ew protesto kirin..

Li vir Rêveberê HDP’ê Emîn Ertûş daxuyanî da û destnîşan kir ku armanca êrişan ew e ku DAIŞ’ê û bermayiyên wê ji nû ve zindîkirin.

Polîsan êriş kir, hevserokên HDP’a edeneyê jî di nav de 10 kes birîndar bûn

Rêxistina HDP’a Edeneyê û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî jî hewl dan li ber avahiya HDP’a Navçeya Çûkûrovayê daxuyanî bidin.

Lê polîsan daxuyanî asteng û êrişî girseyê kir.

Ji hevserokên HDP’a Edeneyê jî di nav de herî kêm deh kes birîndar bûn.

“Bila demildest êriş werin rawestandin”

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskenderûnê jî li avahiya xwe êrişên li ser Rojava şermezar kir û xwest demildest êriş werin rawestandin.

“Kobanê neket û wê nekeve”

Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî xwest li dijî êrişan li Parka Zarokên Azad daxuyanî bide.

Beriya daxuyaniyê, polîsan avahiya HDP’ê ya Bajêr dorpêç kirin û destûr nedan kes biçe avahiyê û jê derkeve.

Li ser astengkirinê girseyê li ber avahiyê çalakiya rûniştinê li dar xistin û gotin:

“Kobanê neket û wê nekeve”

Back to top button