Berxwedana li zîndanên dewleta Tirk bi bîryardarî dewam dike

piştî îdiayên derbarê jiyana Rêber Apo de îro careke din malbat û parêzarn ji bo hevîdtinê serlêdan kirin.
Çalakiyên gereva birçîbûnê yên ji bo azadiya rêber Apo a li zindanên dewleta Tirk û li derve jî dewam dikin.
Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne jî diyar kirin ew ji ber zarokên xwe bi fikar in û xwestin daxwazên zarokên wan bi cîh bên anîn.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û li girtîgehan, dewam dike.

Çalakiya girtiyan bi koma 24’emîn, di roja 118’emîn de ye.

Çalakiya li Kampa Penaberan Mexmûrê ya bi pêşengtiya jinan jî di roja 97’emîn de ye.

Çalakiya panaberên li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê a ji bo azadiya rêber APO 80 roj li pey xwe hişt.

Parêzaran ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin

Li aliyê din ji bo hevdîtina lezgîn bi Rêber Abdullah Ocalan re malbat û parêzeran dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya bajarê Bûrsayê dan.

Di serlêdanê de hate xwestin ku daxwaza hevdîtinê bi lezgînî were bicihanîn.

Xizmên girtiyan: Daxwazên zarokên me bi cih bînin û tecrîdê bi dawî bikin

Malbatên girtiyan ên Sêrtê, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan de axivîn û gotin:

Ger ku tiştek bi zarokên me bê berpirsyar hikûmet bi xwe ye. Em ji ber rewşa zarokên xwe bifikar in. Bila daxwazên zarokên me bi cih bînin û tecrîda li ser Serok bi dawî bikin.”

Dona Ceilok: CPT di bin bandora desthilatên siyasî de ye

Derbarê îdiayên li ser jiyana Rêber Apo parêzera Lubnanî Dona Ceilok ji ANHA’yê re axivî:

Dona diyar kir ku Tirkiyê daxuyaniyên ne fermî yên derheqê rewşa Ocalan de diweşîne û da zanîn bi vê yekê jî dixwazin tirsê di nava gel de belav bikin.

Dona bal kişande li ser rola CPT jî diyar kir ku CPT di bin bandora desthilatên siyasî de ye. Dona Ceilok ji CPT yê xwest ku bi rola xwe rabe û girîngiyê bide mafên mirovan.

Rêxistina HDP’ê a Amedê ji bo piştgiriya zîndnan çalakî kir

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê jî ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, xwest daxuyanî bide çapemeniyê. Lê polîsên Tirk destûr nedan ku çalakî pêk were.

Tevî astengiya polîsan jî komê çalakiya rûniştinê li dar xist û bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê.

Back to top button