Borrell: Derxistina astengiyên bo genimê Ukrayna sûcê şere

Berpirsê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê YE Josep Borrell got; Astengkirina Rûsya ya ji derxistina mîlyonan ton genimê Ukrayna bo welatên cîhanê sûcê şere.

Borrell di axaftina xwe ya bo rojnamevanan de, bang li Rûsya kir ku dorpêça li ser bendêrên Ukrayna rake û wiha got: Di demekê ku li cîhanê birçîbûn heyî de, bi mîlyonan ton genim li benderên Ukrayna nikarin bên derxistin.

Borrell piştî hatina xwe di civîna wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropî li Luksemburgê de ev tişt anî ziman:

“Ev sûceke şer e, ji ber vê yekê ez nafikirim ew ê zêde dirêj bike.”

Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê Borrell got,

“Bandora şer ne tenê ji bo Ukraynayê, ji bo tevahiya cîhanê her ku diçe xeternaktir dibe.

Bi taybetî jî li Afrîkayê em li dijî îhtîmala birçîbûneke mezin hişyar dikin.

Şer dibe sedema zêdebûna bihayan û birçîbûnê.

Sedema vê krîzê ne cezayên li ser Rûsyayê hatine sepandinin.

Borrell bang li Rûsyayê kir ku dorpêça li ser benderên Ukraynayê rake û diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye NY wê ji pirsgirêkê re çareseriyekê bibîne.

Back to top button